Kanûn 06, 2022 09:09 Asia/Tehran
  • Koreya Başûr derda Brezîlê û xwatir ji Kapa Cîhanê ya Qeterê xwest

Tîma futbolê ya Koreya Başûr 4-1 derda tîma Brezîlê û wek tîmên din ên Asyayê xwatir ji Kapa Cîhanê ya Qeterê xwest.

Di pêşbika şeşan a qonaxa bijartina heşt tîmnê serkevtî ya Kapa Cîhanê ya 2022 ya qeterê da, tîmên Koreya Başûr û Brezîl şeva buhurî derketin pêşberî hev.

Vînîsîyos Conyor ji Brezîlê di xuleka 7ê da golek tomar kir ta ku kivş bibe tîma Koreya Başûr şeveke dijwar li pêş xwe heye.

Nêymar jî di xuleka 12ê da gola duyê ya tîma Brezîlê tomar kir.

Rîçarlîson û Palta jî di xulekên 28 û 36ê da golên sisê û çaran ên tîma Brezîlê tomar kirin.

Di pêşbirkên berî vê pêşbirkê da jî, tîma Japonê derda tîma Korovasîyê û tîma Australîyayê jî derda tîma Arjantînê.