Kanûn 05, 2022 11:14 Asia/Tehran
  •  Kupa Cîhanî ya 2022an; Fransa jî derbasî qonaxa çaryeka dawiyê bû

Tîma neteweyî ya Fûtbola Fransayê ji Polonyayê bir û derbasî qonaxa çaryeka dawiyê (8 tîmên sereke) ya Kupa Cîhanî ya 2022an a Qeterê bû.

Tîmên neteweyî yên Fransa û Polonyayê şeva derbasbûyî di qonaxa heşt yeka dawiyê ya pêşbirkên Kupa Cîhanî ya 2022an a Qeterê da çûn pêşberî hevûdu û di dawiyê da Dîkan bi encama 3-1 ji Sipî-Soran bir û wek tîma sêyem derbasî qonaxa din bûn.

Fransa di qonaxa çaryeka dawiyê da dê bi serkeftiya pêşbirka Inglîz û Senegalê ra bilîze.

Qonaxa heşt yeka dawiyê ya Kupa Cîhanî ya 2022an îro jî bi lidarxistina 2 pêşbirkên din tê şopandin û wek pêşbirkeke girîng Brezîl dê biçe pêşberî Koreya Başûr.

Îro her wiha Japon û Krowasî jî li werzîşgeha El-Cunûbê dê biçin pêşberî hevûdu.

Serepeyv