Kanûn 04, 2022 13:29 Asia/Tehran
  •  Pêşbirkên Rowînga Asyayê; 'Nazenîn Mollayîyê' mîdala zêrê wergirt

Belemvana îranî ku beşdarî pêşbirkên Rowînga Asyayê bûbû, mîdala zêrê ya van pêşbirkan wergirt.

Pêşbirkên Rowînga qaremaniya Asyayê bi beşdariya 169 belemvanan di çiqa temenî ya mezinan û 90 belemvanan di çiqa xortan da li Patayaya Taylendê tên lidarxistin.

Di van pêşbirkan da Nazenîn Mollayî di rowînga takekesî ya sivik a jinan bo çaremîn dora lipeyhev mîdala zêrê ya Asyayê wergirt.

Piştî Mollayiyê belemvanên Hong Kong û Taylenda mazûvan bi rêzê bûn duyem û sêyem.

Her wiha Emîrhusên Mehmûdpûr di rowînga takekesî ya sivik a mêran da çû pêşberî hevrikên xwe yên ji Uzbekistan, Hong Kong, Çîn, Iraq û Taylendê û karî mîdala bronz wergire.

Tîma rowînga çarkesî ya giran a jinên Îranê jî bi tîmên Endonezya, Viyêtnam û Koreya Başûr ra kete pêşbirkê û di rêza çarem da cih girt.

 

 

Serepeyv