Pêşangeha Pirtûkan a Stenbolê bi beşdariya weşangerên îranî dest pê kir
Pêşangeha Pirtûkan a Stenbolê bi beşdariya weşangerên îranî ji duh 3; Kan[na 2022an va xebata dest pê kir.
Dora 39an a Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan li Stenbolê bi beşdariya hin weşangerên ji Îran, Almanya, Imarat, Rûmanya û welatên din li sê beşên Pêşangeh (taybetî pêşandan û firotina pirtûkan), Beşa navneteweyî (taybetî danasîn û danûstandinên Copy Right'a pirtûkan) û beşa Rûdanan (taybetî cihanîna bernameyên wêjeyî û çandî yên cihêreng) bi mihwera wêjeya fantezî, zanistî û xeyalîn ji 3ê Kanûnê va dest pê kir.
Mala Pirtûk û Wêjeyê ya Îranê wek nûnera pêşeya weşandê ya welêt beşdarî Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan li Stenbolê bûye.
Beşa navneteweyî ya dora 39an a Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan li Stenbolê dê heta 6ê Kanûna 2022an berdewam be.