Ji 98 fîlmên di Mêhrigana Fîlman a Duhokê de tên nîşandanê 27 hev kurdî ne
Kanûn 03, 2022 09:14 Asia/Tehran
Dewra Nehan a Mêhrigana Fîlman a Navnetewî ya Duhokê bi beşdariya 98 fîlmên biyanî û kurdî yên weke kurtefîlm, fîlmên dirêj, belgefîl û enîmêyşin destpê kir.
Dewra Nehan a Mêhrigana Fîlman a Navnetewî ya Duhokê bi fîlma Bûka Baranê ya lîstikvan û fîlmçêkerê kurd Husên Hesen destpê kir.
Di Dewra Nehan a Mêhrigana Fîlman a Navnetewî ya Duhokê da 20 kesên Kurd û biyanî weke jurî hatine destnîşankirin bo çar cureyên fîlman. 55 fîlm di pêşbirkê de ne û ji wan 27 kurdî û 28 biyanî ne.
Peyama sereke ya vê dewra mêhriganê jî ‘Koçberî’ ye û ji bilî nîşandana fîlman li sînemayan, dê 6 fîlmên dirêj ên kurdî li kempa penaberan a Domîz`ê ku penaberên ji Kurdistana Sûrîyê tê da hatien bicihkirinê, bên nîşandan.