Kanûn 02, 2022 18:33 Asia/Tehran
  • Hunera 'Çêkirin û jenîna Ûdê' di asta cîhanê da hat tomarkirin

 Hunera çêkirin û jenîna ûdê wek 18`emîn hêmana Mîrata çandî ya Aşopî (intangible) ya Îranê, di hevdehemîn civîna komîteya navdewletî ya parastina mîrata çandî ya Aşopî ya UNESCO`yê de li dosiyeke hevpar ser navê Îran û Sûriyê di asta cîhanê da hat tomarkirin.

17`emîn civîna Komîteya navndewletî ya parastina mîrata çandî ya Aşopî li bajarê Ribata Merakişê ji 6 heta 12ê meha Azerê tê lidarxistin.

 Di 17`emîn civîna Komîteya navndewletî ya parastina mîrata çandî ya Aşopî ya hunera çêkirin û jenîna ûdê wek 18`emîn hêmana mîrata çandî ya Aşopî ya hevpar a Îran û Sûriyê di asta cîhanê da hat tomarkirin.

 Her wiha Şeva Çilleyê wek 19`emîn mîrata objektîv a Îranê ya hevpar digel Efxanistanê li UNESCO'yê di asta cîhanê da hat tomarkirin. Îranê pênc daxwazên din ji wan "Hunera çêkirina û jenîna Rebabê", "Cejna Mêhriganê, Derzîdûrmana Tirkmenan, Tirkmendûzî" û "Xweyîkirina kurmên hermûşê" û "Berhemanîna ermûşê ya kevneşopî bo hûnandinê" xistine rojevê.

 

Serepeyv