Kanûn 01, 2022 15:19 Asia/Tehran
  • Çûyîna Ronaldo bo El-Nesra Erebistanê derew derket

Krîstiyano Ronaldo lîstivanê portekîzî yê fûtbolê hema hêvîdar e ku bikare di Lîga Qaremanên Ewropayê da bilîze.

Tîma neteweyî ya Fûtbola Portekîzê divê bi zûtî pêşbirka xwe ya sêyem di Kupa Cîhanî ya 2022an a Qeterê bilîze; ev di rewşekê da ku derbasbûan wê bo qonaxa bijartina 8 tîmên sereke teqil bûye.

Di vê rewşê da, rojnameya Markayê ya Spanyayê ragihand, Ronaldo ji bo veguhestina bo klûba El-Nesra Erebistanê bi destmizda 200 miliyon Euro di salê da bi vê klûbê ra li hev kiriye û vê nûçeyê gelek ji hezkiriyên fûtbolê matmayî kirine.

Lê aliyê din, rojnameya Sun'ê ya Inglîzê ev nûçe bi tamî derewandiye. Vê rojnameyê nivîsiye ku Ronaldo hegereke gelekî bihêz heye ku pêşniyaza klûba erebistanî nepejirîne.

Ronaldo hema wisa hêvîdar  eku bikare careke din beşdarî Lîga Qaremanên Ewropayê bibe. Bi taybet ku vê demsalê Liyonel Messî jî beşdarî van pêşbirkan dibe.