Mijdar 30, 2022 13:20 Asia/Tehran
  • Hejmara 29an a Kovara ZEND'ê derket

Kovara bi kurdî ya li ser ziman Zend bi hejmara xwe ya nû li pêşberî xwînerên xwe ye. Zend'ê di vê hejmarê de li ser TZP-Kurdî (Tevgera Zimanê Perwerdahîya Kurdî) dosyaya xwe amade kiriye.

Li gorî nûçeya Malpera Diyarname'yê, Kovara Zendê ku ji roja roj de ji aliyê Enstîtuya Kurdî ve dihat amadekirin û weşandin niha bi hejmareke nû li pêşberî xwîneran e. Zendê hejmara xwe ya 29’an a payîza 2022’yan pêşkêş kir.

Kovarê di vê hejmarê de dosyaya xwe li ser TZP-Kurdî amade kiriye. TZP-Kurdî ku di sala 2006’an de ji aliyê çalakên zimanê kurdî ve hat avakirin û bi vê tevgerê gelek xebatên kurdî hatin kirin, niha bûye mijara sereke ya kovara Zendê.

Dosya bi sernavê “Qonaxeke dîrokî di têkoşîna zimanê kurdî de: TZPKurdî” hatiye pêşkêş kirin. Ronayî Onen, Mustafa Borak, Samî Tan, Şehmus Kurt, Zeyad Ceylan, Heval Dilbihar, Mîrza Ronî, Welat Dilken bi nivîsên xwe berê xwe dane wê serdemê û kîteyên wê serdemê pêşkêş kirine. Li aliyê din ligel Xecê Şen, Mevlûd Aykoç, Yûnis Daş hevpeyvîn hatine kirin.

Ji bilî dosyayê, nivîsên li ser folklor û zimanê kurdî di kovarê de cih girtine. Şemoyê Memê “Agir di bawerî û zargotina kurdan de”, Zare Alievna Yusupova “Avasaziya xweitiyê di kurdî de” (wergera ji îngilîzî Eyûb Sûbaşi),  Zana Farqînî jî “Peyvên duyîne di kurmancî de” nivîsiye.

Serepeyv