Mijdar 30, 2022 12:52 Asia/Tehran
  • Kupa Cîhanî ya 2022an; Tîma Îranê ser neket û ji Kupa Cîhanî xatir xwest

Tîma neteweyî ya fûtbola Îranê himberî Amerîkayê derda û nekarî derbasî qonaxa bijartina 8 tîmên serkevtî ya Kupa Cîhaîn ya 2022an a Qeterê bibe.

Tîma  neteweyî ya fûtbola Îranê şeva buhurî li Werzişgeha Al Sumame ya Qeterê derket pêşberî tîma Amerîakyê û bi encama 1-0 derdayê û bi vî awayî nekarî derbasî qonaxa bijartina 8 tîmên serkevtî ya Kupa Cîhaîn ya 2022 ya Qeterê bibe.

Di Koma B`yê da destpêkê Ingilîs bi 7 puenan û paşê jî Amerîka bi 5 puenan derbasî qonaxa bijartina  8 tîmên serketî bû. Tîma  neteweyî ya fûtbola Îranê jî bi 3 puenan di rêza sisêyan da cî girt.

Tîma  neteweyî ya fûtbola Îranê digel tîmên Ingilîs, Amerîka û Wêlzê di Koma B`yê da cî girtibû. Kupa Cîhanî ya Qeterê ji 20ê Mijdarê va li Qeterê dest pê kiriye.

 

Serepeyv