Mijdar 29, 2022 08:08 Asia/Tehran
  • Kapa Cîhanî ya 2022 ya Qeterê; Portugalê li Oroguayê bir

Tîma futbolê ya Portugalê li tîma Oroguayê bir û wek tîma sisêyan a derbasî qonaxa bijartina 8 tîmên serketî ya Kapa Cîhanî ya 2022 ya Qeterê bû.

Di Koma H ya tîmên pişikdarê Kapa Cîhanî ya Qeterê da, tîmên futbolê yên Portugal û Orogua şeva buhurî derketin pêşberî hev ku tîma Portugalê karî bi 2 gilan li tîma Oroguayê bibe. Eva dawîn pêşbirka dewra duyê ya komkî ya pêşbirkên Kapa Cîhaîn ya Qeterê bû.

Hekemên vê pêşbirk jî îranî bûn; Elîriza Feganî, Mihemedriza Mensûrî û Mihemedriza Ebolfezlî.

Portugalê bi vê serketinê xalên xwe gîhand 6an û piştî Fransa û Birêzîlê tîma sisêyan e ku derbasî qonaxa bijartina 8 tîmên serketî ya Kapa Cîhaîn ya Qeterê dibe.