Mijdar 28, 2022 18:13 Asia/Tehran
  • 'Roya'; Kurtefîlma îranî ku di festîvalên derveyî da bi ser ketiye

Kurtefîlma îranî ya bi navê Roya'yê karî sê xelatan ji festîvala 'Pênc Parezemîn' a Venezuelayê wergire û beşdarî festîvalên 'Mafên Mirov a Baselonayê' û 'Fîlmên asyayî yên Los Angeles, Halîwûd" bibe.

Kurtefîlma Roya'yê ji berhemên fîlmçêkerên îranî di şeşemîn dora festîvala 'Pênc Parezemîn'ê ya Venezuelayê di Cotmehê da karî xelata baştirîn kurtefîlma civakî, baştirîn senaryo û nêrîna taybet a berhemanîna kurtefîlam wergire.

Festîvala navneteweyî ya Pênc Parezemînê festîvaleke online û mehane ya navneteweyî ye ku têda fîlmên cihêreng li seranserî cîhanê tên bal hev da ku ji bo xelatên festîvalê bikevin rikeberiyê. Serkeftiyên her mehê dê derbasî rikeberiya salane ya festîvalê bibin.

Kurtefîlma Roya'yê çîroka jin û mêrekî ciwan ên efxanistanî dike ku hewil didin bi awayê neqanûnî xwe bigihînin Ewropayê, lê tûşî bûyerên nayên cebirandin dibin. Ev fîlm pêştir wek baştirîn kurtefîlma çîrokî ya festîvala Bahiyaya Brezîlê hatiye naskirin.

 

Serepeyv