Mijdar 28, 2022 18:10 Asia/Tehran
  • Îranê bi fermî li dijî Federasiyona Fûtbolê ya Amerîkayê giliyek li FIFA'yê vekir

Federasiyona Fûtbolê ya Komara Îslamî ya Îranê bi şandina nameyekê bo Federasiyona Fûtbolê ya Navneteweyî (FIFA) li dijî Federasiyona Fûtbolê ya Amerîkayê giliyek vekir.

 

Li pey guherandina alaya Îranê û piştî wê daxuyaniya Federasiyona Fûtbolê ya Amerîkayê derbarê hegera jêbirina peyva 'Ellah' li alaya Komara Îslamî ya Îranê, Federasiyona Fûtbolê ya Komara Îslamî ya Îranê bi şandina nameyeke fermî bo FIFA'yê li dijî Federasiyona Fûtbolê ya Amerîkayê gilî kir û daxwaz ku FIFA bi awayekî cidî binpêkirina Federasiyona Fûtbolê ya Amerîkayê bişopîne.

Li gorî Benda yekem a Xala 13an a Rêziknameya FIFA'yê, her kes an saziya ku destdirêjiyê li pênase û nîşaneyên neetweyî û dînî yên welatekî endamê vê federasiyonê bike, herî kêm ji 10 pêşbirkan tê bêparkirin. Niha ev pirs ji bo hezkiriyên fûtbolê derketiye ku gelo li gorî rêziknameya FIFA'yê, dê tîma Amerîkayê ji Kupa cîhanî ya Qeterê were avêtin?

Tîma neteweyî ya Fûtbola Îranê heta niha du pêşbirk di çarçoveya Kupa Cîhanî ya 2022an da pêk anîne.

Pêşbirka sêyem a tîma Îranê dê sibe li hemberî tîma Amerîkayê be.

 

Serepeyv