Mijdar 28, 2022 14:11 Asia/Tehran
  •  Kupa Cîhanî ya 2022an a Qeterê; Îro pêşbirkên Komên G û H'yê

Pêşbirkên Kupa Cîhanî ya 2022an a Qeterê didomin û îro anku Duşemî dê pêşbirkên Komên G û H'yê bên lîstin.

Pêşbirkên Kupa Cîhanî ya 2022an a Qeterê di roja heştem da didomin; Îro biryar e çar pêşbirkên ji du Komên G û H'yê bên lîstin.

Di Koma G'yê da dê Kamerûn û Sirbistan ji saet 13:00 û Brezîl û Swîs jî ji saet 19:00 va biçin pêşberî hevûdu.

Her wiha ji Koma H'yê jî biryar e Koreya Başûr û Gana ji saet 16:00 û Portekîz û Ûrûgûay ji saet 22:00 va bi hev ra bilîzin.

 

 

 

Serepeyv