Mijdar 23, 2022 08:20 Asia/Tehran
  • Kapa Cîhanî ya Qeterê; Firansayê 4-1 li Australîyayê bir

Tîma futbolê ya Firansayê wek qaremana dewra buhurî ya Kapa Cîhanî, di yekem pêşbirka di Kapa Cîhanî da 4-1 li tîma Australîyayê bir.

Şeva buhurî di dawîn pêşbrika roja sisêyan a pêşbirkên Kapa Cîhanî ya 2022yê da, tîmên futbolê yên Firansa û Australîya li Werzişgeha Al Janoob`ê derketin pêşberî hev ku di dawîyê da Firansayê 4-1 li tîma Australîyayê bir.

Firansayê bi vê pêşbirkê ray da ku bi dû dubarekirina qaremanîyê ye.

Adêrîyen Rabîyo di xuleka 27ê da û Olîvîyê Jîro di xulekên 32 û 71 û Kîlîyan Imbapê di xuleka 68ê da golên Firansayê tomar kirin.

Kirêyk Gûdwîn jî di xuleka 9ê da gola Australîyayê tomar kir.

Bi vî awayî tîma Firansayê di rêza yekê ya Koma Dyê da cî girt.