Mijdar 22, 2022 19:19 Asia/Tehran
  •  Fexanî dê hekemtiya pêşbirka Brezîl-Sirbistanê bike

Hekemê îranê dê hekemtiya pêşbirka Brezîl û Sirbistanê di qonaxa komî ya Kupa cîhanî ya Qeter-2022an bike.

 

Li gorî rapora ISNAyê, Elîreza Fexanî hekemê fûtbolê yê îranî dê hekemtiya pêşbirka Brezîl û Sirbistanê di qonaxa komî ya Kupa cîhanî ya Qeter-2022an ku roja Pêncşemiyê, 24ê Mijdarê tê lidarxistin bike.

Alîkarên Fexanî di vê pêşbirkê da dê Muhemedreza Ebolfezlî û Muhemedreza Mensûrî bin.

Fexanî di kupa cîhanî ya 2018an da jî hekemtiya pêşbirka Brezîl û Sirbistanê kiribû.

Kupa cîhanî ya Qeter-2022an roja Yekşemiyê 20ê Mijdarê dest pê kir û dê heta 18ê Kanûna 2022an were domandin.

 

Serepeyv