Mijdar 22, 2022 13:31 Asia/Tehran
  • Serokê FIFA'yê bi ferşa îranî hat xelatkirin

Tabloferşeke îranî yê desthûnandî hevdem digel pêşbirkên Kupa cîhanî ya Fûtbolê li Qeterê, xelatî serokê Federasiyona Cîhanî ya Fûtbolê (FIFA) hat kirin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Hevdem digel pêşbirkên Kupa cîhanî ya 2022an li Qeterê, Hemîd Secadî wezîrê werzîş û ciwanan ê Îranê tabloferşeke îranî ya neqişandî bi wêneya serokê FIFA'yê xelatî Gianni Infantino kir.

Ev tabloferş di heyama 40 rojan da li bajarê Serdrûdê yê parêzgeha Azerbaycana Rojhilat a Îranê ku wek paytexta tabloferşa cîhanê tê naskirin, hatiye hûnandin û rûbera wê 70*50 cm e.

Ev tabloferş bi armanca danasîna hunerên îranî yên kevin ji wan hunera hûnandina ferşan li Îranê xelatî serokê FIFA'yê hatiye kirin.

 

Serepeyv