Cehanbexş: "Medyayên inglîzî şerê derûnî dest pê kiriye"
Malpera Middle East Eye’yê di raporekê da nivîsî: Kaptanê tîma neteweyî ya Fûtbola Îranê di axaftinekê da ragihand, medyayên inglîzî di bereberê pêşbirka tîma fûtbola vî welatî bi Îranê ra li çarçoveya pêşbirkên Kupa cîhanî ya 2022an a Qeterê, şerê derûnî bi rê xistiye. Cehanbexş her wiha wek bersiva bo pirsekê têkildarî nerazîtî û ajawegêriyên vê dawiyê li Îranê, medyayên inglîzî tawanbar kirin ku hewil didin pêvajoya amadetiya tîma wî tevlihev bikin.
Nivîskarê Middle East Eye’yê nivîsiye: Elîreza Cehanbexş kaptanê tîma neteweyî ya fûtbola Îranê ragihand, medyayên inglîzî li gorî nerazîtiyên vê dawiyê li Îranê hewil didin ku pêvajoya amadetiya tîma wî di bereberê pêşbirka yekem digel Inglîzê da aloz bikin.
Tîma neteweyî ya Inglîzê biryar e li werzîşgeha navneteweyî ya Xelîfe’yê biçe pêşberî tîma Îranê.
Cehanbexşê 29 salî, hafbek û lîstikvanê berê yê Lîga sereke ya Inglîzê roja Pêncşemiyê di bersiva vê pirsê da ku nerazîtiyên vê dawiyê çi bandorek li ser pêvajoya amadetiya tîma Îranê ji bo Kupa cîhanî kiriye, got: Ez ecêb namînim ku tu vê pirsê dikî. Ez difikirim û îhtimal ev e ku tu ji medyayên inglîzî bî.”
Wî got: Tîma Îranê “Ji ber erka me serdana Qeterê kiriye û erka me lîstina fûtbolê ye”.
Wî ji vî nûçegihanî ra got: “Ya rast, ez piştrast nînim ku eger Inglîz hevkoma me nebûya, gelo te yê ev pirs bipirsiya an na.”
Cehanbexş piştra got: Medyayên inglîzî bi hilêxistina pirsine wiha, hewil didin ‘Şerê derûnî’ pêk bînin.