Mijdar 20, 2022 14:37 Asia/Tehran
  • Îran bû qaremana Pêşbirkên Kişikê ên Şanghayê

Tîma Kişika Îranê bû qaremana Pêşbirkên Navnetewî yên Kişikê yên Kapa Şanghayê.

Pêşbirkên Navnetewî yên Kişikê yên Kapa Şanghayê bi pişikdarîya 13 welatan hatin domandin û di dawîyê da tîma Îran bû qareman vê dewrê.

Perham Meqsûdlû sûperhosta û Seyîd Mihemedemîn Tebatebayî hostayê mezin di tîma Îranê da cî girtibûn.

Van 2 kişikbzên îranî li kişikbazên ji Çîn, Hind, Azerbaycan û Ûrsêtê birin û bûn qaremanê vê dewra pêşbirkan.

Çend rojan berî nika, Anahîta Zahêdîfer kişikbaza îranî jî karî di pişka repîda qaremanîya Asyayê da, bibe qaremana Asyayê.