Mijdar 17, 2022 19:45 Asia/Tehran
  • Volîbola Peravê ya Îranê derbasî nav heşt tîmên sereke yên Asyayê bû

Tîma neteweyî ya Volîbola Peravê ya Îranê bi têkdana tîma Taylendê karî derbasî nav koma heşt tîmên sereke yên qonaxa çarîkfînalê ya Asyayê bibe.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Qonaxa heşt yeka dawiyê ya pêşbirkên volîbola peraviya mêrên Asyayê roja Pêncşemiyê li bajarê Bender Ebasa başûrê Îranê hat şopandin.

Di yekem pêşbirka vê qonaxê da Tîma neteweyî ya Volîbola Peravê ya Îranê çû pêşberî Taylendê û bi têkdana hevrika xwe ya bihêz derbasî çarîkfînalê bû.

Di pêşbirka din da jî Çîn û Oman çûn pêşberî hev û omaniyan karî 2-1 ji çîniyan bibin.

Ev pêşbirk dê roja Înê bi dawî bên.

 

 

Serepeyv