Mijdar 16, 2022 13:26 Asia/Tehran
  • Heft madalên rengîn, encama hewldana nûnerên Jiu-Jitsu ya Îranê li cîhanê

Şampiyoniya cîhanî ya jiu-jitsuyê bi wergirtina 7 medalên rengîn ji bo Îranê bi dawî hat.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB News`ê, tîma jiu-jitsu ya Îranê bi 11 werzişvanan di du beşa jinan û mêran de li pêşbirkên şampiyoniya cîhanî ya ku bi mazûvaniya Îmarat li Ebûzebî tê lidarxistin, beşdar bû ku nûnerên Îranê bi giştî 2 medalên zêr û 2 zîv û 3 medalên tûnc bidest xistin. 

Mihemed Cefer Ensarî, Mesûd  Xerabat medalên zêrîn ên Îranê bi dest xistin; Elîreza Şehriyarî medala zîv a cîhanê bi dest xist û Melîka Qurbanî, Ferîde Şakrî û Nîma Kerîmnejad Pûrhusên jî pileya sêyem û medalên tûnc bidest xistin. Di koma ciwanan de jî Emîr Husên Cînwer medala zîv bi dest xist.

Jiu-jiutsu hunerek şerî ya Japonî ye ku giraniyê dide şerê ji nêzîk ve li dijî dijberek çekdar an jî bêçek.

Cûdahiya vê kûrsa werzişê û jûdoyê ew e ku di jujitsuyê de lêdana dijber azad e.

Serepeyv