Mijdar 15, 2022 12:19 Asia/Tehran
  • Li Girkê Legê ji bo bîranîna 'Evdalê Zeynikê' şanoyek hat pêşandan

Li Girkê Legê koma Şanoyê ya Çiya ji bo bîranîna dengbêjê efsanewî yê Kurd Evdalê Zeynikê şanoyek li ser jiyan û hunera wî çêkirin. Di şanoyê de 28 şanogerên Kurd û yên biyanî rol dileyîzin.

Li gorî nûçeya Roj Newsê, Koma Şanoyê ya Çiya ji bo bîranîna dengbêjê efsanewî yê Kurd Evdalê Zeynikê şanoyek li ser jiyan û hunera wî çêkirin. Di şanoyê de 28 şanogerên Kurd û yên biyanî rol dileyîzin. Her wiha derhêneriya şanoyê Osman Kurtalan û sponsoriya wê jî ‘Nefel Production’ girtine ser xwe.

Mijara şanoyê li ser jiyan û hunera bi nirx a Evdalê Zeynikê ye ku weke dengbêjî Kurd ê yekem dîrok û destanên gelê Kurd tevlî dengbêjiyê kiriye û gotiye.

Şanoya ji bo bîranîna dengbêjê Kurd Evdalê Zeynikê cara yekem li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li Girkê Legê ya bakûrê rojhilatê Sûriyê û piştre li bajarê Qamişloyê hat nîşandan. Her wiha biryar e ku di demê pêş de li herêmên din yê Bakur û Rojhilatê Suriyê were nîşan dan.

Dengbêjê Kurd Evdalê Zeynikê di destpêka sala 1800’î de li gundê Cemalwêrdî ya girêdayi Dutax ku niha girêdayî Agiriyê ye ji dayik bûye û di sala 1913’yî de li gundê Qanciyan a Qereyaziyê koça dawî kiriye. Evdal temenekî pir dirêj jiyaye. Tê gotin ku Evdal 110 salî zêdetir jiyaye û li seranserê herêmên kurdnişîn geriyaye. Gora wî li gundê Qanciya li ser Qereyaziya Erziromê ye.

Serepeyv