Mijdar 14, 2022 11:20 Asia/Tehran
  • Festîvala Şanoyê ya Kerkûkê; 'Bûka Lekî' bi 3 xelatan vegeriya

Lîstika Şermola Performansê ya bi navê "Bûka Lekî" li Festîvala Şanoyê ya Kerkûkê bi girtina 3 xelatan bi ser ket.

Lîstika Şermola Performansê ya bi navê "Bûka Lekî" li Festîvala Şanoyê ya Kerkûkê bi girtina 3 xelatan bi ser ket.

Li gorî nûçeya Malpera Diyarname'yê, Festîvala Şanoyê ya Kerkûkê roja 5’ê mehê dest pê kir û bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Di festîvalê de nêzî 20 lîstik hatin pêşkêşkirin. Ji van lîstikan 11 jê li ser kolanan hatin pêştêşkirin.

Festîval êvara 10’ê mehê bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Lîstika Şermola Performans “Bûka Lekî” bi 3 xelatan bi ser ket. Lîstikê Xelata Lîstika Herî Serketî, derhênerê lîstikê Mîrza Metîn Xelata Derhênerê Herî Serketî û lîstikvana lîskê Pelda Bal jî Xelata Lîstikvana Herî Serketî girt.

Lîstikvanê lîstika “Şewkiwêr” Resûl Bengîn Xelata Lîstikvanê Herî Serketî girt. Berhem Ehmed jî bi Xelata Şanogerê Dema Pêş hat xelatkirin.

Serepeyv