Mijdar 13, 2022 18:49 Asia/Tehran
  • Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê gihîşt Qeterê

Çend roj beriya destpêkirina gera 22emîn a vê turnuvayê, Kûpaya Cîhanê gihîşt Duhaya paytexta Qeterê.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Qeterê, piştî derbasbûna zêdetir ji 50 welat û navçeyên cîhanê, çend roj beriya destpêkirina 22emîn dewra vê turnuvayê (Qeter 2022), îro Yekşemê danê sibê Kûpaya Cîhanê gihîşt Duhayê.

Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê (FIFA Cup) di sala 1974an de ji zêrê 18 îyar hatiye çêkirin, bilindahiya wê 36,8 cm û giraniya wê jî 6,1 Kg e.

Kupa bi destê Stabilimento Artistico Bertoni ve li Îtalyayê hate çêkirin û du fîgurên mirovî yên ku cîhanek hildigirin vedihewîne. Xwediyê niha yê vê kûpayê Fransa, şampiyona Kûpaya Cîhanî ya 2018`an e.

22yemîn Şampiyoniya Futbolê ya Mêran a Cîhanê ji 20ê Mijdarê heta 18ê Kanûna 2022an li Qeterê tê lidarxistin.

Ev yekem Kûpaya Cîhanê ye ku di payîzê de tê lidarxistin.

Ev tûrnûva, duyemîn Kûpaya Cîhanî ya Futbolê ye li Asyayê piştî Kûpaya Cîhanî ya ku di sala 2002 de bi mazûvaniya Koreya Başûr û Japonê hate lidarxistin û dê bibe gera dawî ya ku bi 32 tîman tê lidarxistin. Di gera pêş me de a Kûpaya Cîhanê ya ku bi mazûvaniya Kanada, Amerîkayê û Meksîkayê di sala 2026an de tê lidarxistin, hejmara tîman dê bibe 48.

Bi sedema germa zêde ya havînê li Qeterê, ev Kûpaya Cîhanî dê ji dawiya meha Mijdarê heta nîvê meha Kanûnê were lidarxistin û ew yekem Kûpaya Cîhanî ye ku di demek diyarkirî de, ango Hezîran û Tîrmehê, nayê lidarxistin.

Biryar e maça fînalê di 18ê Kanûnê ya 2022an de, di Roja Neteweyî ya Qeterê de were lidarxistin.

Serepeyv