Mijdar 13, 2022 17:36 Asia/Tehran
  • Serkeftina tîma futbola nebînayan a Îranê li hember Awustralya

Tîma futbola nebînayan (koran) a Îranê li pêşbirka yekem a pêşbirkên Asya-Pasîfîkê li hember Awustralya bi heşt golan bi ser ket.

Li gorî rapora IRNA`yê, şeva buhurî (şemî) tîma koran a Îranê li yekemîn pêşbaziya xwe ya li pêşbirkên şampiyoniya Asyayê bi encama 8-0 li hemberv tîma Awistralyayê serket.

Ev pêşbirke li bajarê Cochîn ê Hindistanê tên lidarxistin.

Şampiyoniya Asya-Pasîfîkê ji bo Lîstikên Paralîmpîk ên Parîsê wekî hilbijartinek tê hesibandin.

Duyemîn pêşbirka nûnerên Îranê li dijî Uzbekistanê ye ku dê roja duşemê were lidarxistin.

Serepeyv