Mijdar 11, 2022 18:36 Asia/Tehran
  • Kaptanê Tîma neteweyî ya Fûtbola Îranê Kupa cîhanî ya Qeterê ji dest da

Kaptan û hafbekê Tîma neteweyî ya Fûtbola Îranê ji ber ziyana leşî kupa cîhanî ya Qeterê-2022 ji dest da.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Umîd Îbrahîmî hafbekê Tîma neteweyî ya Fûtbola Îranê ku di pêşbirka dostane ya şeva çûyî digel Nîkaragûeyê birîndar bûbû, piştî ceribandinên bijîşkî derket holê ku nêka hêtê wî bi tamî diriyaye û ew ê herî kêm du mehan ji qadên werzîşê dûr be.

Ev lîstikvanê 35 salî dê bikeve bin neştergeriyê û teqez dê kupa cîhanî ji dest bide.

Kupa cîhanî ya Fûtbolê ya Qeter-2022an dê ji 21ê Mijdarê heta 18ê Kanûna 2022an bi mazûvaniya Qeterê were lidarxistin.

Tîma neteweyî ya Fûtbola Îranê di Koma B'yê ta hevkoma Inglîz, Amerîka û Welzê ye.

 

Serepeyv