Mijdar 11, 2022 09:04 Asia/Tehran
  •  Dora 4an a Kûpaya Tirkiyeyê; Şanliurfa, Gazîantep bi ser ketin, Amed Spor têk çû

Di Dora 4an a Kûpaya Tirkiyeyê da tîmên Şanliurfa, Gazîantep bi ser ketin û Amed Spor têk çû.

Di Kûpaya Tirkiyeyê de pêşbirkên Dora 4’an hatin lîstin û tîmên bi sen ketin derbasî Dora 5’an bûn. Ji tîmên bajarên kurdan tenê Şanliurfa Spor û Gazîantep Spor bi ser ketin. Tîmên din Amed Spor, Yenî Malatya, Erzerom û Elezîl Belediye Spor têk çûn.

ŞANLIURFA Û ENTAB

Ji tîmên bajarên kurdan Şanliurfa li Denîzliyê bû. Şanliurfa Spor li hemberî Denîzliyê bi 5-0 bi ser ket. Mustafa Ethem Erboga û Bunyamin Balat her yekî du gol, û Feyyaz Belen golek avêt û tîm derbasî Dora 5’an kir.

Gazîantep Sporê jî Kutahya Spor kir mêvan û ew bi 2 golan şand malê: 2-0. Tomaz Pekhart di deqîqeya 38’an de golek avêt û tîm bi 1-0 derket pêş. Di deqîqeya 74’an de Alper Kagan Çakir gol avêt keleha xwe û maç bi vî awayî xilas bû. Entab jî derbasî Dora 5’an bû.

AMEDÊ 6 GOL XWARIN

Amed Spor ji bo pêşbirkê li Enqereyê bû û ligel Ankaragucu lîst û bi 6-2 têk çû.

Ji bilî valê Yenî Malatya li mala xwe li hemberî Utaş Uşak Sporê bi 1-0, Elezîz Belediye li Manîsayê bi 3-0 têk çû. Erzerom û Erok Spor jî li Erzeromê bi 2-2 man, bi penaltiyan Erokspor bi ser ket.

Di vê Dora 4’an de ev tîm bi ser ketin û derbasî Dora 5’an bûn:

HEMÛ TÎMÊN BI SER KETINE

Alanya, Kasimpaşa, Keçîorengucu, Giresun, Umraniye, Bolu, Bodrum, Gençlerbirligi, Manisa, Karacabey Birlik, Eyup, Samsun, Antalya, Gazîantep, Beşîktaş, Îstanbul, Goztepe, Rîze, Tuzla, Şanliurfa, Karagumruk, Kayseri.

Ji bo Dora 5’an roja 11’ê mehê dê pişke bê kişandin.
 

Serepeyv