Mijdar 10, 2022 16:45 Asia/Tehran
  •   Li Basela Swîsretê Dîwana Dengbêjiyê hate lidarxistin

Navenda Çandê ya Medê li bajarê Basel ê Swîsreyê dîwana dengbêjan li dar xist.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Li Swîsreyê bi pêşengtiya Navenda Çand a Medê hin rêze çalakiyên çandî tên lidarxistin. Duh li bajarê Baselê li eywana Navenda Civaka Demokratîk a Kurd şeva dengbêjiyê hate lidarxistin.

 Hozan Şemdîn, Berfîn Demîr, Newroz û Hîkmet Toktaş di bernameya şevê de klamên ji hev xweşiktir strandin. 

 Di çalakiya şevê de Hozan Şemdîn bi lêv kir ku li gel hemû hewldanên asîmîlasyonê, çanda kurd bi saya kevneşopiya dengbêjiyê xwe li ser piyan digire û got: “Ev kevneşopî xwedî roleke ku me li dijî asîmîlasyonê diparêze. Çanda kurd çandeke girîng e. Dibe ku em ji welatê xwe dûr bin lê em hewl didin xwedî li çanda xwe derbikevin. Her dû hevalên ciwan ên ku ez bi wan re derdikevim ser dikê nîşan didin ku ev çande dê tim û tim hebe.Em dixwazin kilamên her herêmekê kom bikin û li bajêrên cuda ên Ewropayê bistrên. Xwedî derketina vê kevneşopiyê, xwedî derketina cewhera xwe ye.” 

Di dîwana dengbêjan de Hozan Şemdîn, Berfîn Demîr, Newroz, Hîkmet Toktaş û koma tembûrê cih girt. Di dîwanê de hin kêliyên ku xemgîn jî çêbûn, hin caran jî kesên tev li çalakiyê bûn bi kilaman govend gerandin. 

Di navendê de di navbera 3 û 4’ê kanûnê dê Rojên Fîlmên Kurd ên Baselê, di nava meha kanûnê de dê Kampa Folklorê û di navbera 13 û 16’ê nîsanê de jî dê Hefteya Çanda Kurdî ya Baselê bê lidarxistin. 
 

Serepeyv