Mijdar 10, 2022 07:51 Asia/Tehran
  • Tîma Volîbola rûniştî ya mêran a Îranê destûra beşdariya li Para-Olempîka Parîsê wergirt

Tîma Volîbola rûniştî ya mêran a Îranê bi hilkişiyana bo fînala pêşbirkên cîhanî yên vê werzîşê, destûra beşdariya di Para-Olempîka Parîsê da wergirt.

Pêşbirkên Volîbola rûniştî ya qaremaniya cîhanê ji 4ê Mijdarê va dest pê kirin û dê roja 11ê vê mehê bi daawî bên.

Li gorî rapora IRNAyê, Tîma Volîbola rûniştî ya mêran a Îranê ku bi serketina xwe ya li hemberî Iraq, Qezaqistan û Krowasiyê wek tîma yekem derbasî qonaxa hevtêkbirin anku Hezfiyê bûbû, di vê qonaxên da jî ji tîmên Japon û Amerîkayê bir û gihîştiye nîvfînalê.

Şagirdên Hadî Rezayî bi têkbirina tîma Brezîlê di nîvfînalê da, tevî hilkişiyana bo fînalê, destûra beşdariya di Para-Olempîka 2024an a Parîsê jî wergirt.

Tîma Volîbola rûniştî ya mêran a Îranê bi encama 3-0 ji Brezîlê bir û dê roja Înê anku sibe biçe pêşberî tîma Bosniyayê.

Tîma Îranê beriya vêya 9 dewreyên lipeyhev beşdarî Para-Olempîkê bûye ku encama wê 7 mîdalên zêr û 2 zîv in.

 

Serepeyv