Mijdar 09, 2022 13:23 Asia/Tehran
  • Werzişvanên îranî li pêşbirkên şampiyoniya cîhanê ya koran di Cudoyê de 2 medalên zêr bi dest xistin

Werzişvanên îranî di pêşbirkên şampiyoniya Cudoya mehrûmên ronahiya çavan (koran) yên cîhanê û helbijartina paralîmpîk a Parîsê de zêr bi dest xistin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB Newsê, di yekemîn roja pêşbirkên şampiyoniya cîhanî ya cûdoya koran de ku li Bakûyê birêve diçe, Meyşem Benî Teba jûdokarê îranî yê di wezna 60 kîlogramî de ku piştî têkbirina rikeberên xwe yên ji Qazaxistan, Uzbekistan û Venezuelayê bû fînalîst û di maça fînalê de jî nûnerê Tirkiyê têk bir û bû xwediyê medala zêr.

Wehîd Cidî nûnerê Îranê li giraniya bin 73 kîlogramê li hember cudokarên Mongolya, Gurcistan û Qezaqistanê bi ser ket û di maça dawî de jî li hember nûnerê Ukraynayê bi ser ket û bi desthilatdarî mîdala zêr a vê pêşbirkê bi dest xist.

Serepeyv