Mijdar 08, 2022 19:34 Asia/Tehran
  • Bi dawî hatina hewldana tîma jiu-jitsu ya Îranê bi 3 medalên cîhanî

Nûnerê Îranê bû şampiyonê pêşbirka cîhanî ya jîu-jîtsuyê.

Li gorî rapora IRNA`yê, roja dawîn a Pêşbirkên jîu-jîtsuyê yên Cîhanê îro li hemû kategoriyên temenî hat lidarxistin û "Elî Ekberpûr" nunerê dawî yê Îranê li kategoriya masterê bi têkdana hemû hevrikên xwe, medala zêr bi dest xist.

Ekberpûr di pêşbirka 94+ kg master 1 de bi hevrikên xwe re hevrikî kir û bi têkdana nûnerên Qazaqistan, Romanya û Montenegroyê medala zêr bi dest xist û tîma Jiu-Jitsu ya Îranê di vê pêşbirkê de medalek zêr, medalek zîv û medalek tûnc bi dest xist û karê xwe bi dawî kir.

Pêştir “Mihemed Mehdî Rostemiyan” medala zîv û “Radman Xulamî” jî medala tûnc bi dest xistibûn.

Pêşbirkên şampiyoniya cîhanî ya jiu-jitsu di hemû temenan de roja Şemiyê 28ê Cotmehê bi beşdariya 1700 werzişvanan ji 75 welatan li bajarê Ebûzebî yê Îmaratê dest pê kir û îro bi dawî dibe.

Jiu-jitsu hunerek şervanî ya Japonî ye ku giraniyê dide şerê ji nêzîk ve li dijî dijberek çekdar an bêçek.

Cûdahiya vê werzişê û judoyê ew e ku di jiu-jitsuyê de lêdana dijber azad e.

Serepeyv