Mijdar 07, 2022 15:14 Asia/Tehran
  • AFC'yê pesna Elîreza Bêyranvend golparêzê Tîma neteweyî yê Fûtbola Îranê da

Konfederasyona Fûtbola Asyayê (AFC) di raporekê da pesna golparêzê Tîma neteweyî yê Fûtbola Îranê da.

Konfederasyona Fûtbola Asyayê bal kişaand ser 5 lîstikvanên asyayî di dîroka Kûpa Cîhanî ku navê Elîreza Bêyranvend jî tê da tê dîtin.

AFC'yê nivîsî: Tîma neteweyî yê Fûtbola Îranê bi rahênriya Karlos Kêyroş li Kûpa Cîhanî ya 2018an di qonaxa komî da hat wêdadayîn, lê ti kes nikare serkeftina vê tîmê di van pêşbirkan da bixe bin pirsê.

Di vê raporê da hatiye, Ji aliyê din va ti kes nikare serkeftina Elîreza Bêyranvend stêrka Tîma neteweyî yê Fûtbola Îranê di Kûpa Cîhanî ya 2018an da nebîne; ji ber ku xebata wî di Kûpa Cîhanî ya 2018an da li hemberî tîmên Mexrib, Spanya û Portegalê gelekî baş bû.

Konfederasyona Fûtbola Asyayê nivîsî: Di wê serddemê da Tîma neteweyî yê Fûtbola Îranê çû pêşberî Portegalê û Bêyranvend karî penaltiya Kirîstiyano Ronaldo bigire; wî piştî derbasbûna demekê ji wê penaltiyê, ew kêlî wek Kêliya herî baş a jiyana xwe zanî.

 

Serepeyv