Mijdar 07, 2022 12:14 Asia/Tehran
  •   Tîma Fûtbolê ya Jinan a Amedsporê bi Trabzonsporê re encama 1-1 wergirt

Tîma Fûtbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê bi Tîma Fûtbolê ya Jinan a Trabzonsporê re encama 1-1 wergirt.

 Tîma Fûtbolê ya Jinan a Amedsporê di Koma B ya Super Lîga Jinan a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de dilîze. Amedspor di heftaya 4’emîn de li mala Trabzonsporê pê re ket pêşbirkê. Pêşbirk li Tesîsên Kadîr Ozcan a Trabzonê hat lîstin û bi encama 1-1 bi dawî bû. Her 2 tîman vê hefteyê yek puan wergirtin. 

Amedsporê pûana xwe kir 5 û di lîgê de di rêza 6’emîn de ma.

 

Serepeyv