Mijdar 07, 2022 11:38 Asia/Tehran
  • Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li Amedê hatin dayîn

Merasîma xelatdayînê ya Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî hat lidarxistin.

 

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Merasîma xelatdayinê ya 9’emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li avahiya Odeya Endezyarên Makîneyê ya li navçeya Yenîşehîra Amedê hat lidarxistin. Helbestvan û nivîskar Îrfan Amîda, xelata Bahadîn Akhan da ku di pêşbirkê de bi ser ketibû. Li ser navê Akhan, helbestvan Şehmûs Kûrt xelat wergirt. Her wiha Necla Akay, xwişka Arjen Arî jî xelata rûmetê da Ragip Zarakoglû. Denîz Zarakoglû, li ser navê bavê xwe xelat wergirt. 

Encama pêşbirkê meha Gulanê hatibû eşkerekirin. Jûriya pêşbirkê ya ku ji Îrfan Amîda, Necla Arî, Hatîce Kiliç, Hamîd Omerî û Rêdûr Dîjle pêk dihat, bi dengên xwe Bahadîn Akhan hêjayî xelatkirinê dîtin. Bahadîn Akhan bi dosyaya xwe ya bi navê “An jî gilî û gotinên li ser hatinê” beşdarê pêşbirkê bûbû. 

Di merasîmê de ewilî Nûnerê Weşanên Sorê yê Amedê Reşo Ronahî axivî. Ronahî malavayiya hemû beşdaran kir û bal kişand ser kesên berê xelatên pêşbirkê wergirtine. Ronahi bi bîr xist ku ji kesên ku berê xelata rûmetê wergirtine yek jê Şebnem Korûr Fîncanci bûye û wiha got: “Yek ji wan kesên ku xelat girtî jî Osman Kavala bû ku 5 sal in di girtîgehê de ye. Îro jî Ragip Zarakoglû ku ji welatê xwe koçber bûye û hêj jî dewleta Tirkiyeyê gefan lê dixwe xelat wegirtiye. Dîsa Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) jî ku li dijî dagirkirina Efrînê rabû xelat wergirtiye. Ji bo sala nû ya pêşbirkê jî em ê daxuyaniyekê bidin. Çend weşanxane û malbata Arjen Arî em ê bicivin û juriya sala nû dîyar bikin.”  Merasîma xelatdayînê bi belavkirina diyarî û kûlîlkan bi dawî bû.

 

 

Serepeyv