Mijdar 07, 2022 08:07 Asia/Tehran
  • Fûtbola peravî ya kûpa navbera parezemînan a 2022an; Îran bi hêjatî bû qareman

Tîma neteweyî ya Îranê di pêşbirka dawiyê ya fûtbola navbera parezemînan da, ji tîma Brezîlê bir û bû qareman.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Di qonaxa dawiyê ya Pêşbirkên Kûpa fûtbola peravî ya navbera parezemînan a 2022an da li Imaratê, tîma neteweyî ya Îranê çû pêşberî Brezîlê û bi encama 2-1 bi ser ket û bû qaremana van pêşbirkan.

Tîma neteweyî ya Îranê bi vê qaremaniyê hevrê digel tîma neteweyî ya Rûsiyê bi çar qaremaniyan wek tîma herî şanaz a kûpa navbera parezemînan tê zanîn.

Golên tîma Îranê di pêşbirka dawiyê dda ji aliyê Muhemed Ehmedzzade û Muwehid Muhemedpûr va hatin avêtin.

Di pêşbirka rêzebendiyê da tîmên Imarat û Paragûeyê çûn pêşberî hevdu û Paragûeyê karî bi encama 4-1 bi ser keve û bibe sêyem.

Di dawiyê da tîmên Îran, Brezîl, Paragûe û Imarat bi rêzê di cîgehên yekem heta çarem da cih girtin.

Di dora berê ya van pêşbirkan da tîmên Rûsiye, Îran û Senegal bûbûn yekem heta sêye,

Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê êvara Yekşemiyê bi peyamekê tevî pîrozkirina qaremaniya tîma neteweyî ya fûtbola peravî ya Îranê di Kûpa navbera parezemînan li Imaratê li gelê Îranê yê ezîz, sipasiya rahêner, lîsstikvan û berpirsên tîma neteweyî kir ku ev şanazî pêk anîn.

 

Serepeyv