Mijdar 06, 2022 11:40 Asia/Tehran
  • Tîma Îranê derket fînala pêşbirkên fûtbola peravê ya Kûpaya nav parzemînî

Tîma neteweyî ya futbola peravê ya Îranê bi serkeftina li hemberî Îmaratê (mazûvan) derket fînala pêşbirkên fûtbola peravê ya Kûpaya nav parzemînî ya 2022`an.

Li gorî rapora IRNA`yê, pêşbirka nîvfînalê ya pêşbirkên fûtbola peravê ya Kûpa nav parzemînî ya 2022`an di navbera du tîmên Îran û Îmaratê hat lidarxistin û di dawiyê de tîma neteweyî ya peravê ya Îranê bi encama 5-2 karî li hemberî mêvandarê xwe serkeve û derbasî fînala vê pêşbirkê bibe.

Tîma neteweyî ya Îranê bi 3 şampiyoniyan, li kêleka Brezîlyayê û jêrtir ji Rûsyayê (4 şampiyon) duyemîn tîma herî serbilind a Kûpaya Navparzemînî ye.

Pêşbirka din a nîvfînalê di navbera tîmên Brezîlya û Paraguayê de hat lidarxistin û Brezîlyayê 6-5 ji Paraguayê bir û bû reqîbê Îranê di fînala vê turnuvayê de.

Serepeyv