Tîma Îranê bû qaremana pêşbirkên cîhanî yên Budoyê
Mijdar 05, 2022 13:49 Asia/Tehran
Tîma Îranê di pêşbirkên cîhanî yên Budoyê da li Tirkiyê bû qareman.
Pêşbirkên cîhanî yên Budoyê bi qasî 6 rojan li Enqereya Tirkiyê hatin lidarxistin û di dawiyê da tîma Îranê bi wergirtina 7 mîdalên zêr, zîvek û 2 bronzan bû qareman.
Budo (Budō) peyveke japonî ya têkildarî hunerên şerkirina modern e.
Wateya vê peyvê "Rêya Şerkirinê" ye û dikare wek "Şêwaza Şerkirinê" were berçavgirtin.
Di van pêşbirkan da Tirkiye bû duyem û Ermenistan jî di rêza sêyem da cih girt.