Mijdar 04, 2022 16:35 Asia/Tehran
  • Dema xelatkirina Robert Lewandowski bi Sola Zêrîn diyar bû

Robert Lewandowski di serdema derbasbûyî ya fûtbolê da wek baştirîn golavêjê fûtbola Ewropayê hatiye bijartin, dê Çarşemiya bê xelata Sola Zêrîn wergire.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Robert Lewandowski serdema derbasbûyî bi avêtina 35 golan ji bo Bayern Mûnîxê, wek baştirîn golavêjê fûtbola Ewropayê hat bijartin.

Kîliyan Êmbape û Kerîm Benzema bi 28 û 27 golan di rêzên duyem û sêyem da cih girt.

Robert Lewandowski di serdema 2020-2021ê da jî bi avêtina 41 golan ji bo Bayernê karîbû Sola Zêrîn wergire.

Di rêûrisma ku dê Kovara Markayê li dar xîne, rêvebir û lîstikvanên Barselona û nûnerên Bayern Mûnîxê dê beşdar bibin.

Beriya niha Liyonêl Mêsî û Luis Suárez ji Barselonayê karîne xelata Sola Zêrîn wergirin.

Robert Lewandowski havîna çûyî terka Bayernê kir û tev li Barselonayê bû.

 

Serepeyv