33’yemîn Festîvala Fîlman a Enqereyê dê were lidarxistin
33’yemîn Festîvala Fîlman a Enqereyê îsal di navbera 3-11’ê Mijdarê de li dar dikeve. Di festîvala ku bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê li dar dikeve de ligel nîşandayîna fîlman, panel hene û her wiha ji bo zarokan atolye jî tê lidar xistin.
Li gorî nûçeya Malpera Diyarname'yê, Festîval îsal bi diruşma “Kî Ewropayî ye? Ligel Cudahiyên Xwe Hatine Ba Hev” li dar dikeve.
Di festîvalê de fîlmên gelekî beş hene. Yek ji “Neqandinek: Koreya Başûr” e. Di vê çarçoveyê de hin fîlmên ji Koreya Başûr dê bêne nîşandayîn.
Di beşa “Pasolini 100 salî ye” de jî fîlmê “Medea” dê bê nîşandayîn.
Festîval îsal Xelatên Rûmetê dide Zulfu Livaneli, Rengîm Gokmen, Sevin Okyay, Farah Zeynep Abdullah û Ceylan Ozgun Ozçelîk.
Di festîvalê de beşên pêşbaziya fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlman hene. Di bin serokatiya Pelin Esmer de juriya ku ji Can Atilla, Feza Çaldiran, İlhami Algor, Melisa Sozen, Ozlem Koksal û Serdar Orçin pêk tê dê fîlmên metrajdirêj binirxînin û wan xelat bikin.
Li aliyê din ji bo rexnegirê sînemayê Murat Ozer ku îsal mir Siyad (Komeleya Nivîskarên Sînemayê) dê Xelata Fîlmê Herî Serketî ya Siyadê bide. Buak Goral, Erkan Aktug û Şenay Ademir ku hevalên Ozer bûn di nav juriya Siyadê de cih girtine.
Fîlmên festîvalê li Salonên 1, 2 û 3 yên Kizilay Buyulu Fener Sînemasi bêne nîşandayîn.