Mijdar 04, 2022 10:42 Asia/Tehran
  • Şanoya 'Evdalê Zeynikê' li Qamişloyê hate pêşandan

Duh li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo şanoya Evdalê Zeynikê li navenda Mihemed şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişloyê hat pêşandan.

Piştî ku şanoya Evdalê Zeynikê cara yekem li Navenda Çand û Huner a Aram Tîgran a Girkê Legê hat pêşandan, duh jî li navenda Çand  û Huner a Qamişloyê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan, hate pêşandan.

Şano behsa jiyana Evdalê dike ku bi navê Zeynikê tê naskirin û yekem stranbêjê ku destanên kurdî kiriye stran.

28 şanoger di şanoyê de cih dgirin. Her wiha tê payîn ku li bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şano were pêşandan.

Serepeyv