Tekwandokarên Îranê di pêşbirkên tekwandoya azad a Pakistanê de mîdalên zêr û zîvê wergirtin
Takwandokarên kêşên bin 74 kg yên Îranê di tornmênta tekwandoya navneteweyî ya azad a Pakistanê de mîdalên zêr û zîvê wergirtin.
Çaremîn dewra pêşbirkên azad ên Asiyayê, ji duh va bi beşdariya 536 beşdaran li Îslamabada paytexta vî welatî dest pê bûn û heta sibê jî dê didomin.
Li gorî rapora IRNA`yê, di roja ewil a pêşbirkên navneteweyî yên Pakistanê, Daniyal Buzurgî, di kêşa bin 74 kg a Îranê ewilî bi Ehmed Behlûl ji Îmaratê û qehremanê pila dudyan ê pêşbirkên hevgirtina welatên îslamî rûbirû bû û bi encama 2-0 bi ser ket û di qonaxa yek çaran a faynalê bû hevrikê Muxtar Nesîr ji Misrê û ji wî bir û derbasî faynalê bû.
Buzurgî di faynala tam îranî jî li hember seyd Omîd Huseynî di du randan de bi ser ket û mîdala zêrê ya vê kêşê bi dest xist.
Îro û di roja dudyan a van pêşbrkan de, pêşbirkên weznên bin 54 û bin 63 kg tên li darxistin ku Ferzan Aşûrzade , Muhemed Sadiq Dihqanî û Hesen Beşîrî bi hevrikên xwe re dilîzin. Îniyê û di roja dawiyê ya pêşbirkan de jî Armîn Hadîpûr di wezna bin 58 kg ê hevrikiyê dikin.