Mijdar 03, 2022 11:01 Asia/Tehran
  • Futbola peravê ya Kûpaya navparzemînî; Amerîka li hember tîma Îranê binket

Tîma fûtbola peravê ya Îranê êvariya çarşemê li duyemîn roja pêşbirka komê ya Kûpaya nav parzemînî karî tîma Amerîkayê têk bibe.

Li gorî rapora Îranê, tîma futbola peravê ya Îranê li vê pêşbirkê bi encama 6-4 ji Amerîkayê bir.

Tîma Îranê ku 3 caran şampiyoniya Kûpaya nav parzemînî bi dest xistiye, ji bo gihîştina çaremîn şampiyoniya qareman, xwedî motîvasyoneke mezin e û di pêngava yekem de karîbû bi encama 6-2 li hember Paraguayê bi ser keve.

Tîma neteweyî ya fûtbola peravê ya Îranê bi serkeftina li hemberî Amerîkayê, çûna xwe bo qonaxa bê ya vê pêşbirkê piştrast kir û sibê li sêyemîn lîstika xwe dê bi Japonê re rûbirû bibe.

Serepeyv