Mijdar 02, 2022 14:14 Asia/Tehran
  • Lîga Şampiyonan a Ewropayê; Hêza Porto digel Mehdî Taremî

Di Lîga Şampiyonan a Ewropayê de, Porto bi saya xweşbiriqîna stêrkê xwe yê îranî karî bo sêyem car di 10 salên borî de, derbasî qonaxa tasfiyeyê bibe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, di qonaxa dawî ya Lîga Şampiyonan a Ewropayê de, Porto li hember Atletîco Madrîd bi ser ket û li gel Leverkusen û Klûb Brugge wekhev bû û di lîsteya koma B bû yekem û di 10 salên borî de serkeftinek awarte tomar kir.

Di 10 salên borî de, Porto tenê du caran wek serkirde karî derbasî qonaxa tasfiyeyê bibe û bo cara sêyem jî ev yek bi xweşgeşbûna stêrkê xwe yê Îranî Taremî di koma ku gelekan jê re digotin koma mirinê pêk hat.

Mehdî Taremî di xulekên destpêkê de û di xuleka pêncan a lîstikê de Porto pêş xist da ku li berbanga pêşbirkên Kûpaya Cîhanî ji bo parêzvanên tîmên hevgrûpa  Îranê xet û nîşanan bide.

Serepeyv