Cotmeh 31, 2022 14:12 Asia/Tehran
  •  Pêşangeha şêwekariyê ya

Pêşangeha şêwekariyê ya "Efrîn banga me dike…qêrîna Sûriyê" li Helebê xebatên xwe yên roja duyemîn bi ‎dawî anîn

 

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Duh Komîna Wênesaziyê ya Şehbayê bi hevkariya 'Meclisa Sûriya Demokratîk' (MSD) pêşangeheke ‎şêwekariyê ya bi sernava “Efrîn banga me dike… Qêrîna Sûriyê” li taxa Şêxmeqsûd a Helebê vekir.‎

Di roja duyemîn a pêşangehê de, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl û şênî beşdar bûn.‎

Tiştê ku herî zêde bala beşdaran kişand tabloyên ku bûyerên li Efrîna dagirkirî û li dijî koçberên Efrînê ‎qewimîne bû, ji wan komkujiya Til Rifetê, koçberiya bi darê zorê di rêya Cebel El Ehlam re, komkujiya ‎taxa Mehmûdiyê û gelek bûyerên biêş ên ku di bîra Efrîniyan de mane.‎

Her wiha tabloyên tê de hêvî û berxwedan jî hebûn. Ew tabol îsrara koçberên Efrînê nîşan didin. Mîna ‎tabloya vegera li Efrînê di Cebel El Ehlam re û tabloyeke din a sekna zarokên Efrînê li hember balafirên ‎şêrr ên artêşa Tirkiyê bi keviran.‎

Di dawiyê de MSD’yê wênesazên xelat dan komîteya amadekar û Komîna Wênesaziyê da ku li ‎wênesazên beşdarî belav bikin.‎

 


 

Serepeyv