Cotmeh 31, 2022 12:59 Asia/Tehran
  • Helbestvanê kurd Arjen Arî li ser gora xwe li Amedê hat bibîranîn

Helbestvanê kurd Arjen Arî di 10'emîn salvegera koça xwe ya dawî de li ser gora xwe ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve hat bibîranîn.   


Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Helbestvan û rewşenbîrê kurd Arjen Arî di 10'emîn salvegera koça xwe ya dawî de li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê li ser gora xwe ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve hat bibîranîn. Hevserokê PEN'a Kurd Omer Fîdan û endamên Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) jî di bibîranîne de amade bûn. 
 
Beşdaran li derdora gora Arjen Arî find vêxistin, wêneyê Arjen Arî û qurnefîl danîn ser gorê. Her wiha pirtûka Arjen Arî ya bi navê Bakûrê Helbestê Antolojiya Helbesta Bakûr jî weke diyarî li beşdaran hat belavkirin.
 
Merasîm, bi xwendina helbestên Arjen Arî bi dawî bû. 
 
Piştî merasîmê jî malbata Arjen Arî li malê xwarin da û girse derbasî malê bû.

 

Serepeyv