Cotmeh 30, 2022 16:23 Asia/Tehran
  • Karatekarê Îranî di pêşbirkên grûbên temenî yên cîhanê de bû xwediyê medala zêr

Karatekarê wezna bin 75 Kg tîma hêviyê ya Îranê bi jêhatîbûna xwe medala zêr a pêşbirkên rêzbendiya temenên cîhanê bi dest xist.

Li gorî rapora IRNA`yê; “Elîreza Heyderî” karatekarê bin 75 Kg ya tîma hêviyê ya Îranê di fînala vê giraniyê de li hember “Omer Farûk” ji Tirkiyê derket û bi pêşkeşkirina têkoşaneke hişmendane medala zêr bi dest xist.

Heyderî ji bo ku derbasî fînalê bibe, piştî bêhnvedana di tûra yekem de, li hember hevrikên xwe yên ji Ermenistan, Spanya, Slovakya û Urdinê bi ser ket.

Serepeyv