Cotmeh 29, 2022 21:55 Asia/Tehran
  • Voleybola ciwanên Îranê li cîhanê 4 pileyan hilkişiya jor

Tîma volîbolê ya ciwanên Îranê di rêzbendiya Federasyona Cîhanî ya Volîbolê de 4 pile hilkişiya û di rêza heştem a tabloyê de cih girt.

Federasyona cîhanî ya volîbolê pileya herî dawî ya tîmên lawên bin 21 saliyê eşkere kir û li ser vê pilebijêrê tîma ciwanan a Îranê bi 55 puanan û 4 piyan hilkişyanê di pileya 8emîn a cîhanê de cih girt.

Li gorî rapora Federasyona Volîbolê, di rêzbendiya Federasyona Cîhanî ya Volîbolê de ji bo tîmên neteweyî yên Volîbola ciwanan a bin 21 saliyê de, volîbola ciwanên Îranê bi 55 xalan di pileya heştem de ye.

Brezîlya bi 70 pûanan li pêş Îranê li ser pileya heftemîn e.

Di vê rêzbendiyê de Îtalya, Hollanda û Arjantîn bi 130, 106 û 96 pûanan di rêza yekem heta sêyemîn de cih girtin.

Rûsya, Belçîka û Bulgarîstan di rêza çaremîn heta şeşemîn de cih girtin. Rûsyayê 90 pûan û tîmên neteweyî yên Belçîka, 78 û Bulgarîstanê jî 72 puan hene.

21`emîn dewra pêşbirkên voleybola ciwanên bin 20 salî yên Asiyayê, roja duşemiyê 29ê Tebaxê, bi şampiyoniya tîma ciwanên Îranê bi dawî hat.

Serepeyv