Cotmeh 29, 2022 14:44 Asia/Tehran
  • Hebûna bihêz a Îranê li pêşbirkên qehremaniya karatê ya cîhanê

12emîn gera pêşbirkên qehremaniya karate ya ciwan û nûciwanên cîhanê bi beşdariya tîma neteweyî ya karateya ciwan û nûciwanên Îranê li bajarê Qonyayê ya Tirkiyê birêve diçe.

12mîn pêşbirkên qehremaniya karate ya ciwan û nûciwanên cîhanê ji bo çar rojan li stadiyoma Qonyayê ya Tirkiyê birêve diçe û tîma netewî ya karate ya Îranê bi nêzîkî 40 werzişvanên keç û kuran di grûpên temenî yên ciwan û nûciwanên bin 20 salî de beşdar dibe.

Tîma neteweyî ya Îranê li rojên yekem ên vê pêşbirka şampiyoniya cîhanê bi rikeberên xwe ji Îrlanda, Azerbaycan, Montenegro, Bosnia-Hersek, Meksîka, Polonya, Romaniya û Amerîkayê re rûbirû bû   avantajeke nisbî bi dest xist.

Rêvebirê tîmên bingehîn ên karateya Îranê Ebdulreza Sahranewerd li bersiva pirsa Îranpressê de ragihand ku pêşbirkên şampiyoniya cîhanî ya Qonyayê bi beşdariya hezar û 700 karatekaran ji 104 welatên cîhanê di asteke bilind de ye û hêvî xwest ku tîma neteweyî ya Îranê bigihêje asta herî bilind û encamên qebûlkirî bi dest bixin. Pêşbirkên Şampiyoniya Karate ya Ciwanan û Nûciwanan a Cîhanê ya 12emîn heya 30ê Cotmeha 2022an roja Yekşemê li bajarê Qonyayê yê Tirkiyê dewam dike.

Serepeyv