Cotmeh 28, 2022 09:44 Asia/Tehran
  • ’Newayên Mutrib û Çengên Kurdan’ derket

Pirtûkeke nû li ber dest e ku berê xwendivanan dide beşeke din a folklora kurdî, ew jî ev e: Muzîk. Muzîka li nav herêmê, li nav kurdan, têkiliya muzîk û folklorê, têkiliya wê û wêjeya devkî û hwd.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Ev pirtûk ji aliyê Evdilkerîm Surûş ve hatiye amadekirin û ji Weşanxaneya Nûbiharê derketiye.

Gelek sernavên girîng di pirtûkên de hene bi van berê xwendevanan dide nava pirtûkê. Beşên wekî “Biwêjên girêdayî bi stran û awazan”, “Teşeyên stran û awazên kurdî”, “Stran û awazên kurdî di nav helbestên kurdî de”, “Amûrên muzîka kurdî”, “Stran û awazên kurdên Xorasanê”, “Cureyên dengbêj û stranbêjan li Xorasanê” beşên balkêş in ku derdikevin pêş.

Evdilkerîm Surûş ku ji kurdên Îranê ye di sala 1958’an de ji dayîk bûye. Demek dirêj di nav karê çapemeniyê de cih girtiye. Wî eleqeyeke taybet daye folklorê. Berî niha di sala 2016’an de “Ji kelepora kurmancên Îranê gilî û gazindên evîndaran” pirtûka wî ji Nûbiharê derketibû, niha jî “Newayên Mutrib û Çengên Kurdan” derket.

Surûş li ser armanca pirtûkê wisa gotiye,  “Armanca min beyankirina beşek ji nêrînên gelnasiyê û nîşandana çanda gelêrî li pişka stran û awazên kurdî, danasîna alav û amûrên muzîkê û danasîna hinek hunermendên navdar ên herêmê ye. Armanceke wê ya din jî nasandina beşên cur bi cur ên stran û awazên kurdî ye.”

- Newayên Mutrib û Çengên Kurdan’ / Ebdulkerîm Surûş / Nûbihar / Folklor / 295 rûpel / 2022

Serepeyv