Cotmeh 27, 2022 18:12 Asia/Tehran
  • Barselona derxistina Javî hildikole

Derdana himberî Bayêrn Monîxê û wêdadayîna ji Lîga Qaremanên Ewropayê bûn sebeb ku rêvebirên Barselonayê derxistina serrahênerê vê tîmê hilkolînin.

Piştî ku tîma Barselonayê gellekî zû û bi awayekî ecêb ji Lîga Qaremanên Ewropayê ma û ji br derdanê wêda çû û bi 3 golan himberî tîma Bayêrn Monîxê derda, çavkanîyên nûçeyan li Spanyayê ragihandin ku yek ji rêvebirên Barselonayê pêşnîyara derxistina Javî raberî desteya rêvebir kirîye û heta navê kesê ku bînin dewsê jî aşkira kirîye.

Li gorî agahîyan, desteya rêvebir a tîma Barselonayê yê mijara derxistina Javî hilkolîne.

Tîma Barselonayê bi serrahênerîya Javî di havînê da futbolîstên baş wergirtin lê vê tîmê ji ber derdanê gellekî zû ji qonaxên Lîga Qaremanên Ewropayê xatir xwest.

Tîma Barselonayê bi serrahênerîya Javî 5 caran di Lîga Qaremanên Ewropayê da derda û tenê carekê bir ku ew jî li tîma Vîktorîya Piljênê bir.

Serepeyv