Cotmeh 25, 2022 15:07 Asia/Tehran
  • Îranê bi nameyekê nerazîtiya xwe ji Federasiyona Cîhanî ya Tekvandoyê ra diyar kir

Serokê Federasiyona Tekvanoyê ya Îranê wek nerazîtiya li hemberî nedana vîzaya endamên tîma neteweyî ji bo pêşbirkên Grand Prix'ê ên Manchester'ê, nameyek ji serokê Federasiyona Cîhanî ya Tekvandoyê ra şand.

Endamên tîma neteweyî ya Tekvandoya Îranê ji ber nedana vîzayê ji aliyê Balyozxaneya Inglîzê li Enqereyê, beşdariya di qonaxa sêyem a pêşbirkên Grand Prix'ê di sala 2022an da ji dest da.

Li gorî rapora IRNAyê, Hadî Sa'î, Serokê Federasiyona Tekvanoyê ya Îranê bi şandina nameyekê bo Dr. Ço serokê Federasiyona Cîhanî ya Tekvandoyê, nerazîtiya xwe ya fermî ji ber hevkarînekirina Inglîzê û nedana vîzayê ragihand.

Sa'î tevî daxwaza ji Federasiyona Cîhanî ya Tekvandoyê ji bo vekolandina vê mijarê, xitabî Dr. Ço nivîsî:  Destûr bidin da ku mekanîzmek ji bo hêsankirina qonaxên ewlehiyê û misogerkirina dayîna vîzayê di pêvajoya mazûvaniyên pêşerojê da were nasandin.

 

Serepeyv